Topbarana li ser gundên Şêrawayê ji sibehê ve dewam dike
Artêşa Tirk a dagirker ji vê sibehê ve gundên Birc Qas û Meyasê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dike.
Ji vê sibehê ve, artêşa Tirkiyê û çeteyên wê her du gundên navborî yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, topbaran dike. Heta niha encamên topbaranê nayên zanîn.
Di êrişa duh li nêzî riya Elî Fero ya di navbera Qamişlo û Amûdê de, li dijî erebeyekê sivîlan êriş pêk hatibû. Di êrişê de sivîlek birîndar bû
Cihê behsê ye ku roja çarşemê 18 Tebaxê jî di encama êrîşên hêzên Tirkiyê li ser gundewarên Hesekê de, 3 kesên sivîl yanî jinek, zarokek û zilamek hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Van rojana artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi xemsarî xelkê sivîl û bê guneh li bakur û rojhilatê Sûriyê dikin hedefa êrişan û wan dikujin û birîndar dikin, ji ber ku civaka cîhanê xwe li hemberî van cinayetan bê deng kiriye.