Tebax 15, 2021 09:34 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirbûyî: Komeke çekdar 19 welatiyên Kurd girtine

Komeke çekdar ji Fîrqeya Siltan Murad, bi fermandariya Neqîb Ûrabe Idrîs 16 welatiyên Kurd ji gundê Qutqulaqê ser bi nahiyeya Şera ya Efrînê ve girtine.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Çavkaniyeke taybet ji Efrînê eşkere kir ku komeke çekdar ku fermandarê wê Ûrabe Idrîs e, 17 welatî ji gundê Qurtqulaqê ku muxtarê gund jî di nav de ye, girtine.

Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, wê koma çekdar a girêdayî Tirkiyê 7 gundî girtibûn û bi tundî îşkence dabûn.

Muxtarê gund hewl dabû sedema girtina wan û çarenivîsa wan bizanibe, ji aliyê heman komê ve li gel 9 kesên din ku piraniya wan kesûkarên muxtar in, girtine.

Muxtar û 2 kesên din  roja înê hatine azadkirin, lê hîna 18 kesên din girtî ne.

Serepeyv