Dewleta Tirkiyê bi çeteyên xwe ve êrîşî Minbicê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327836-dewleta_tirkiyê_bi_çeteyên_xwe_ve_êrîşî_minbicê_kirin
Dewleta Tirkiyê ku gelek dever û bajar û gundên Sûriyê dagir kirine bi çeteyên girêdayî xwe ve piştî Şehba û Efrînê vê carê jî êrişê gundên Hoşeriyê û Hîsan ên ser bi Minbicê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2021 06:57 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê bi çeteyên xwe ve êrîşî Minbicê kirin

Dewleta Tirkiyê ku gelek dever û bajar û gundên Sûriyê dagir kirine bi çeteyên girêdayî xwe ve piştî Şehba û Efrînê vê carê jî êrişê gundên Hoşeriyê û Hîsan ên ser bi Minbicê kirin.

Dewleta Tirkiyê a dagirker û çeteyên wê êrişê gundên Hoşeriya û Hîsan ên Minbicê kirin.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata gundên Hoşeriyê û Hîsanê topbaran dikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştrast kir ku heta niha topbaran berdewam e, lê di derbarê encama topbaranê de ti agahî nehatine bidest xistin.