Daxuyaniya hişyariyê ya Wezareta Derve ya Sûriyê li ser liv û tevgerên komên rêveberiya xweser
Wezareta Derve ya Sûriyê diyar kir ku teşkîlata ku jê re "Rêveberiya Xweser" tê gotin tenê planek e ku Sûriyê lawaz bike.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê ya Fermî (SANA), Wezareta Karên Derve ya vî welatî daxuyanîyek weşand û têde diyar kir ku komên bi navê "Rêveberiya Xweser" ên li herêma bakurê rojhilatê Sûrîyê, bi piştgirîya hêzên leşkerî yên Amerîka û hêzên din ên kolonyalîst, hatûçûna hin welatên rojava dikin da ku planên xwe yên cidatîxwazî û perçekirinê ku hemî beşên gelê Sûrî li dijî wan planan in biweşînin û li ser wan propagandeyê bikin.
Di vê daxuyaniyê wiha hatiye gotin: "Di demekê de ku ev kom ji bo xewn û xeyalên xwe yên redkirî li piştgiriya Welatên Rojava digerin, kiryarên wan bi piranî diyar dike ku ew jî beşek ji komên komploger in ku li dijî Sûriye ne ku gelê Sûrî ji armancên wan piştgirî nakin."
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de wiha hat gotin: "Ev tedbîrana di heman demê de tecrîd û îzolasyona wan a di nav gelên Sûrî de diyar dike, ku di deh salên borî de li hember komên terorîst serketinên girîng bi dest xistine; Komên ku hewl dan Sûriyê, şaristaniya wê û destkeftiyên wê yên aborî, çandî û mirovî tune bikin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye eşkera kirin: Eva ku "Rêveberiya Xweser" tê gotin tenê nexşeyek e ku Sûriye li hemberî komployan lawaz dike û xizmetên belaş pêşkêşî dagirkerên Amerîkî û her weha rasterast û nerasterast pêşkêşî welatê êrişker ê Tirkiyê dike û her îdiayêên wan derbarê piştgiriya ji yekparçetiya axê û neteweya Sûriya ji bo nixamtina niyetên wan ên rastîn e û ew di çarçêva xizmeta ji bo axayên xwe yên ku dijî neteweya Sûriya ne plan dikin da ku dewlemendiya Sûriyê talan bikin û yekparçebûna axa wê binpê bikin.
Wezareta Derve ya Sûrî tekez kir ku Sûriya van koman di derheqê encamên israra li ser afirandina komployan dijî welat, beşdarbûna di êrîşkariya ser Sûriyê de û teşwîqkirina komên kolonî yên mayî ji bo têkdana serwerî, azadî û serxwebûna neteweyî ya Sûriyê hişyar dike û tekez dike ku neteweya sûrî terorîzm têk bir û ewê li hemberî dijminên welatê xwe çi yên nav welat çi jî yên derve bisekine û serkeve.