Tîrmeh 12, 2021 13:54 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesekî din jî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 3 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 1 kes li Reqayê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18563 kesan, ji wan 1881 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv