May 19, 2021 20:25 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi covid-19 ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawî de 91 kes bi Coronayê ketin û 3 kesan jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dan.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragiahnd di 24 saetên borî de 91 kesên din bi vîrûsê koronayê ketine, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî baş bûne.

Her li gor wê daxuyaniyê li Hesekê 11, li Qamişlo 9, li Dêrikê 1, li Reqayê 45 , li Tebqayê 19,  li Şehbayê 2 û li Kobaniyê 4, kes bi Coronayê ketine.

Li gor Desteya Tendirustiyê: "Her di wan 24 saetan de, 3 kesan canê xwe ji dest dane, jinek li bajarê Hesekê, zilamek li bajarê Minbic û jineke din li Kampa Holê, herwiha 2 pêketiyên Coronayê jî baş bûne. "

Desteya Tendirustî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hejmara kesên li van deveran wek hilgirên vîrûsa Coronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17 hezar û 179 kesan, ji wan hezar û 757 kes baş bûne û 705 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv