May 19, 2021 19:54 Asia/Tehran
  • Li kampa Holê ya rojhiletê Sûriyê du jinên din yên Iraqî hatin kuştin

Li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê ku malbatên DAIŞê tê de ne, 2 jinên Iraqî hatin kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê ragihandiye, di nav du rojên borî de du jinên Iraqî, ku her du xûşkên hev in, li nav kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya rojhilatê Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, navê yekê Ala Etiye Ehmed (31 salî) û navê ya din jî Rexd Etiye Ehmed (32 salî) ye.

Hefteya borî jî jineka Iraqî bi navê Menal Xelîl Îbrahîm (26 salî) hatibû kuştin.

Kampa Holê di bin kontrola HSDê û çavdêriya Amerîka de ye.

Serepeyv