May 17, 2021 10:27 Asia/Tehran
  •  Li Til Temirê ya di bin kontrola kurdên Sûriyê çeteyên Tirkiyê keriyek pez dizîn

Çeteyên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundekî bajarokê Til Temir yê kurdên Sûriyê 200 ser pez dizîn û şivan jî revandin.

Duh danê sibê komek terorîstên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundê Gerebêt yê Til Temêr keriyek pez dizîn û şivan jî ku xortekî 16 salî bû, revandin.

Li gorî agahiyan, wan terorîstên sûrî ku xelkê deverê wek çeteyên Erdogan dinasin li şivan dan û paşê ew berdan lê pezên wî dizîn û birin.

Serepeyv