May 16, 2021 11:45 Asia/Tehran
  •  Li Efrînê çekdar dest bi ser mal û dukanên Kurdan de digirin

Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve di binpêkirinên xwe de li Efrînê berdewam in û herî dawî jî dest danîne ser mal û milkên çend welatiyan li gundekî navçeya Mabata ya Efrînê.

Li gorî rapora Rûdawê ji zarê çavkaniyên xwecihî, "Lîwaê Şemal ya oposizyona Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ye, dest daniye ser 3 malan û dukanekê, li gundê Afraziya li navçeya Mabata ya herêma Efrînê.

Li gorî heman çavkaniyan, xwediyên wan her sê malan, berê bi zorê ji malên xwe hatibûn derxistin û Erebên hawirde li wan malan diman, lê wê koma çekdar ew Erebên hawirde jî ji wir derxistin.

Artêşa Tirkiyê û Komên çekdar ên tundrew ku Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurd de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û Komên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sedan hezar kurdmal û warên bi cî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan."

Serepeyv