Civîn û danûstandina Zerîf a bi Serokkomarê Sûriyê re
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Şamê bi serokomarê Rûsyayê re civiya û pê re derbarê mijarên dualî, navçê û rewşa Filistînê gotûbêj kir.
Li gorî IRNA, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro li Şamê bi serokomarê Sûriyê Beşar Esed re civiya û pêre derbarê mijarên dualî, navçê û rewşa Filistînê gotûbêj kir.
Zerîf di vê civînê de keyfxweşiya xwe derbarê hewldan û amadekariyên Sûriyê ji bo lidarxistina Hilbijartinên Serokomariyê diyar kir û hevîdar bo ku ev hilbijartin bi serkevtin werin lidarxistin û di vê barê de piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji hilbijartinên Sûriyê diyar kir.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de herwiha bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîst li deverên dagirkirî û ji bo mafên gelên bêguneh ê Fîlîstînî û şermezarkirina kiryarên vê rejîmê tekez kir ku pêdivî ye rêxistinên navneteweyî û her weha Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo dabînkirina mafên gelê Fîlîstînê û Qudsê Pîroz mudaxileya mesele û bûyerên vê dawiyê bikin.
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed jî di vê civînê de sipasiya Komara Îslamî ya Îranê kir ji ber piştgiriyên wê ji Sûriyê li şerê dijî terorîstan û DAIŞê û sefera Zerîf di bereberê lidarxistina Hilbijartinan li Sûriyê û herwiha li dema bûyerên dawiyê li erdên dagirkirî pir girîng nirxand.