Nîsan 26, 2021 09:30 Asia/Tehran
  • Li Qamişlo agirbest hat şikandin û dîsa şer destpê kir

Tenê çend saetan piştî ragihandina agirbesta dayîmî ji aliyê Asayişa Hundirîn ve, careke din şer û pevçûn li taxa Tey a bajarê Qamişlo destpê kir.

Li gorî malpera Rûdawê, duh berêvarê dîsa şerekî giran di navbera hêzên Asayişa Hundirîn a ser bi kurdan û milîsên Berevaniya Niştimanî(Dîfaa el-Wetenî) yên piştgirê hikûmeta Sûriyê de rû dide.

Medyaya nêzîkî kurdên Sûriyê ragihandiye, milîsên Berevaniya Niştimanî agirbest binpê kirine û êrişî xalên hêzên Asayişê kirine.

Li gor heman çavkaniyê, milîsên Berevaniya Niştimanî di êrişên xwe de çekên navîn û hawinan bikar tînin.

Derketina şer li Qamişlo di navbera herdu aliyan de di demekê de ye, ku êvara şemê Asayişa Hundirîn di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû, ku ew gihîştine rêkeftina agirbestê.

Asayişa Hundirîn a ser bi Rêveberiya Xweser a kurdên sûrî diyar kiribû, piştî hewlên danûstandinên yên bi garantoriya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) û Rûsyayê, li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û milîsên Dîfaa el-Wetenî de, “bi mercê ku ti binpêkirin li hember hêzên Asayişê neyên kirin, agirbestek herdemî hat ragihandin.”

Serepeyv