Di berdewamiya şerê navbera asyêşa PYD û milîsên Berevaniya Niştimanî li Qamisloyê de 6 kes hatin kuştin
Li bajarê Qamişlo ya bakurê rojhilatê Sûriyê, şerê navbera asayîşa ser bi PYDê û milîsên Berevaniya Niştimanî yên piştgirê artêşa Sûriyê du jî berdewam kir ku di encamê de 5 milîsên Berevaniya Niştimanî û endamekî asayîşa PYDê hatin kuştin .
Şerê roja sêşemê 20.04.2021ê êvari li rawestgehekî asayîşa PYDê ya li çarêya Wehde li taxa Tey a bajarê Qamişlo derket duh jî berdewam kir û li gor zanyariyan di wî şerî de 5 endamên milîsên Berevaniya Niştimanî yên piştgirê hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û 8 endamên din jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan şer piştî girtina hejmarek çekdarên milîsên Berevaniya Niştimanî ji aliyê asayîşa PYDê ve destpê kiriye û heta duh 21.04.2021ê bi awayekî bê navbera berdewam kir.
Ji aliyê din ve asayîşa PYDê jî ragehand, şervanekî wan jî jiyana xwe ji dest daye.