Karzanekî mijarên Rojhilata Navîn: Welatên rojavayî derbarê rewşa kurdan li Efrînê sersar in
Canatan Spayr karzanê mijarên Rojhilata Navîn dibêje: Di halekî da ku saziyên navneteweyî gelek rapoir derbarê binpêkirina mafên kurdan li Efrînê ji aliyê Tirkiyê va weşandine, lê welatên rojavayî û medyayên rojavayî çavên xwe li ser rewşa kurdan li vê navçeyê girtine.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Tirkiyê hevrê digel komên girêdayî bi xwe li Sûriyê, destpêka sala 2018an navçeya kurdnişîn a Efrînê dagir kir.
Di encamê da bi dehan hezar kes ji kurdan aware bûn û li gorî raporên saziyên mafên mirovan, malbatên komên girêdayî bi Tirkiyê ji hin navçeyên din ên Sûriyê bo Efrînê hatine veguhestin.
Canatan Spayr karzanê mijarên Rojhilata Navîn got: Di dema êrîşa Tirkiyê ser Efrînê da 200000 kurd ji vî bajarî koçber bûn û derdora 100000 malbatên komên tundrê yên girêdayî bi Tirkiyê li Efrînê hatin bicihkirin.
Wî teqez kiriye ku kurd li Efrînê tûşî tevkujiyê bûne û Tirkiyê bersiva daxwaza NY jibo lêkolîna derbarê binpêkirina mafên mirovan li Efrînê ji aliyê komên çete yên girêdayî bi xwe nedaye.