Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325442-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_241_kesên_din_bi_covid_19_ketin
Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2021 14:13 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 241 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 133 mêr û 108 jin in. 

Her wiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku du kesên ku di demên berê de pê ketibûn jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 333 kes bi Koronayê ketine, ji wan 405 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 342 kes jî baş bûne.