HSD: Li Eyn Îsa 16 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin
HSDê dibêje, di şerê Eyn Îsa de 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin, zarokek jî ji ber topbarana Tirkiyê hatiye kuştin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê duh êrîşî herdu gundên Seida û Mielîk yên Eyn Îsayê kirin, wan jî bersiv dan ji ber wê jî şerekî giran derket.
HSDê daye zanîn, di wî şerî de herî kêm 16 çekdarên Tirkiyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Li gor çavkaniyên ser bi HSD, di encam topbarana Tirkiyê de, zarokekê jiyana xwe ji dest daye û 4 sivîlên din jî birîndar bûne.
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê gelek stratejîk e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê wê çaxê riya navbera deverên Cizîr û Kobanî qut dibe.
Bajarokê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser riya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Riya M-4 devera Cizîrê a Sûriyê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.