HSD: Li Eyn Îsayê di şer de 3 çete hatin kuştin
Hêzên Sûriya Demokratî (HSD) ragihand ku li Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin û wesayîtek hate îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirkiyê di 16 û 17’ê Adarê de êriş birin ser Eyn Îsayê.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê eşkere kir ku di 17’ê Adarê de êrişên bejahî li dar xistin û di saet 21:30’î de êrişî gundê Seyda kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên HSD’ê bersiva êrişa çeteyan dan û şer derket.
Li gorî daxuyaniyê de di wî şerî de 3 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hat rûxandin û wiha tê gotin: “Piştre çeteyan êrişî gundê Mielek kir. Li wir jî di encama bersivdayina şervanên me de şer derket. Di wê şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Her du êrişên çeteyan vala hatin derxistin û çete neçar man paşde vekişin.
Piştî şer, gundên Seyda, Mielek, Cedîda û rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Trikiyê ve heta seatên sibehê bi dijwarî hatin topbarankirin.”