Şoygu: Peywendiyên me yên têkildarî Sûriyê bi Amerîkayê re xurt in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324996-Şoygu_peywendiyên_me_yên_têkildarî_sûriyê_bi_amerîkayê_re_xurt_in
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu piştrast kir ku Rûsya û Amerîka ji bo birêvebirina qada hewayî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê, ew rojane peywendiyan datînin û li ser xaka Sûriyê hevdîtinan dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2021 07:06 Asia/Tehran
  • Şoygu: Peywendiyên me yên têkildarî Sûriyê bi Amerîkayê re xurt in

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu piştrast kir ku Rûsya û Amerîka ji bo birêvebirina qada hewayî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê, ew rojane peywendiyan datînin û li ser xaka Sûriyê hevdîtinan dikin.

Shoigu diyar kir ku Rûsya û Amerîkayê peywendiyên derbarê Sûriyê de li ser asta tektîkî û pratîkî, dewam dikin.

Shoigu di hevpeyvînekê bi ajanseke Qezaxistanê re wiha got: "Ez ji we venaşêrim, îro li Sûriyê di asta tektîkî û partîkî de peywendiyên me yên xurt bi hevkarên me yên amerîkî re hene. Dibe ku ev tiştekî veşartî be ku ez eşkere dikim. Rojane gelek caran têkildarî birêvebirina qada hewayî û girtiyan tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî terorê, peywendî çêdibin.”

Wezîrê Rûsyayê destnîşan kir ku gavên yekem ên rêveberiya nû ya Amerîkayê bi hatina serok Joe Biden re, hêviyan çêdikin û da zanîn ku ew êdî li şûna pêşkêşkirina pêşniyarên ku pêk nayên, derbasî diyaloga rastî û bi sûd bûne û mînaka wê yekê peymana “START-3 " ye.