Lavrov û Miqdad derbarê çareserkirina qeyrana Sûriyê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324974-lavrov_û_miqdad_derbarê_çareserkirina_qeyrana_sûriyê_axivîn
Sêrgêyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di gotûbêja telefonî tev Feysel Miqdad hevpîşeyê xwe yê sûrî, tevî pêgiriya li ser hevkariya Moskoyê tev Têhran û Enqerê, derbarê çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê pê ra şêwirî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2021 06:40 Asia/Tehran
  • Lavrov û Miqdad derbarê çareserkirina qeyrana Sûriyê axivîn

Sêrgêyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di gotûbêja telefonî tev Feysel Miqdad hevpîşeyê xwe yê sûrî, tevî pêgiriya li ser hevkariya Moskoyê tev Têhran û Enqerê, derbarê çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê pê ra şêwirî.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Lavrov û Miqdad derbarê rewşa Sûriyê bi mihweriyeta alîkariya bo pêşdabirina pêvajoya çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên vî welatî bi riya gotûbêjên neteweyî bêyî destwerdana derveyî şêwirîn.

Di vê hevpeyivîna telefonî da hin mijarên têkildarî babetên seretayî yên şeşemîn civîna Komîsiyona amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriyê li Jenevê hatin vekolandin.