Adar 16, 2021 11:46 Asia/Tehran
  • Li Eyn Îsa di navbera hêzên Tirkiyê û HSDê de şerekî giran derketiye

Li bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Sûriyê, şerekî giran di navbera çeteyên sûrî yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de derketiye.

Saziya çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê belav kir, piştî ku çeteyên ser bi Tirkiyê ve hewl dan derbasî baregehên HSDê li Eyn Îsayê bibin, şerekî giran di navbera her du aliyan de li nêzîkî gundê Melaq li rojavayê Eyn Îsayê derket.

Li gor zanyariyên wê saziyê, şer li ser rêya navdewletî ya M4 derketiye û hejmarek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Demek e grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.

Nehiya Eyn Îsayê li başûrê rojhilatê Kobaniyê li ser riya navdewletî M4ê dikeve. Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çete û terorîst ve, hin hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li derdora wê nahiyê bi cih bûn

Serepeyv