Li Sirîna Kobanê teqîn: 8 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324809-li_sirîna_kobanê_teqîn_8_kes_birîndar_bûn
Li bajaroka Sirîn a Başûrê Kobanê di îstasyonek a sotemeniyê de teqîn pêk hat. Di teqînê de 8 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2021 07:42 Asia/Tehran
  • Li Sirîna Kobanê teqîn: 8 kes birîndar bûn

Li bajaroka Sirîn a Başûrê Kobanê di îstasyonek a sotemeniyê de teqîn pêk hat. Di teqînê de 8 kes birîndar bûn.

Li başûrê herêma Kobanî ya bakurê Sûriyê, li stasyona sotemeniyê ya Çiya li Sirrînê tankêreke sotemeniyê teqiya û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Li gorî jêderên xwecehî, ku li ser rêya Kobanî û Helebê ya M4 û li pêşiya stasyona sotemeniyê ya Çiya li Sirînê, tankêreke sotemeniyê teqiya.

Di encamê de 8 kes birîndar bûn û gelek ziyanên madî li pey xwe anî, û 2 otombêl jî bi temamî şewitîn.

Heman jêderan got ku birîndar ji bo nexweşxanên Kobanî hatine veguhestin, û rewşa 2yan ji wan, metrisîdar e û heta niha sedema teqîne diyar nebûye.