Li kampa Holê 2 welatiyên din ên Iraqî hatine kuştin
Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê 2 welatiyên din ên Iraqî hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Di vê mehê de ev bûyera 8-an a kuştinê ye, berî 2 rojan jî welatiekî Iraqê li wê kampê hatibû kuştin.
Ji destpêka vê salê ve, heta niha li Kampa Holê 40 kes hatine kuştin, piraniya wan bi çekên bê deng hatine gullebarankirin.
Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor 5ê vê mehê karê xwe li Kampa Holê rawestand û Netewên Yekbûyî jî hişyarî da û got, rewşa wê kampê wê hêj xirabtir bibe.
Berî niha Hikûmeta Iraqê ragihandibû, ku ew welatiyên xwe yên Iraqî ji kampa Holê wernagire.
Kampa Holê 45 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Hesekê li rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola kurdên vî welatî de ye.
Kampa Holê 1991 ji aliyê Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Kar û Barên Koçberan û Hikumeta Sûriyê ve bo koçberên Iraqê yên ji ber şerê Kendava Farsê ya duyem re hatiye avakirin.
Sala 2003 Koçberên Filistînê yên ku ji aliyê desthilata Iraqê ve hatine dersînorkirin tê de cîbicî bûn.
DAIŞ sala 2014an ew kamp wek navenda meşq û rahênana çekdarên xwe bikar dianî. Cotmeha 2015an ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve kontrolkirin.
Kampa Holê sala 2016 cardin ji aliyê kurdên sûrî ve bo koçberên Iraq û Sûriyê yên ji ber êrîşên DAIŞê derbeder bûne hat nûjenkirin
Sala 2019an piştî şerê Baxozê hemû kes û karên DAIŞê li wê kamp hatin bicihkirin.