SOHR: Li Cerablusê 4 kes hatin kuştin, 24 jî birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324657-sohr_li_cerablusê_4_kes_hatin_kuştin_24_jî_birîndar_bûn
SOHR diyar kir ku li dijî cihê paqijkirina petrolê ya gundewarê Carablusê êrişa bi moşekan pêk hat, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2021 12:21 Asia/Tehran
  • SOHR: Li Cerablusê 4 kes hatin kuştin, 24 jî birîndar bûn

SOHR diyar kir ku li dijî cihê paqijkirina petrolê ya gundewarê Carablusê êrişa bi moşekan pêk hat, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku cihên safîkirina petrolê yên li gundên Terhîn û Hemran ên Cerablusê ku di bin dagirkirina dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye, hatine hedefkirin.