Adar 05, 2021 11:41 Asia/Tehran
  • Hejmarek koçber ji Kampa Holê hatin derxistin

Li Kampa Holê ya li Hesekê ya Kampa Holê ne tenê malbatên çekdarên DAIŞê hene, koçberên Dêrazorê û Minbicê jî hene, ku ji ber şerê wê rêxistinê reviyane û li wê kampê bicî bibûn.

Derxistina karwanekî din ji Kampa Holê berdewamî ye ji proseya valakirina wê kampê re ku ji berî çend mehan ve, ji aliyê Rêveberiya bakur û rojhilata Sûriyê ve, destpê kiriye û ketiye warê cîbicîkirinê.

Roja  Pêncşemê karwanekî nû ji neşteciyên Kampa Holê derdikeve

Hejmareke din ji malbatên koçber ji kampa Holê hatine derxistin û ji bo navçeyên xwe li Bisêre li Dêrazorê hatine şandin.

Li Kampa Holê ne tenê malbatên DAIŞê dimînin, lê koçberên ku ji ber şerê vê koma terorîst reviyane jî hene. Amadekriyên derxistin beşek ji xelkê Dêrazorê tê kirin ku çar salan beriya niha ji ber şerê wê deverê koçberî Hesekê bibûn.

Koçber Saliha El Mihemed dibêje: “Em dê herin Bisêre , em ji Meyadîn in, lê malên me xerakirî û wêran in û tiştek me tune.”

Koçber Hemda Salih jî got: “Dema ku topbaran cêbû em derketin , ev çar salê me di vê kampê de derbas kir.”

Piştî ku di 10ê Cotmeha 2020an de Rêveberiya Kampa Holê biryara valakirina kampê ji Sûriyan da, ev karwana 13an ku ji kampê derdikeve û ber bi bajarên Reqa, Dêrezorê û Minbicê ve diçin, encûmenên wan deveran jî yên ser bi Rêveberiya bakur û rojhilata Sûriyê ve, tên raspartin rewşa koçberên vegeriyayî bişopînin daku careke din tevlî girûpên weku DAIŞê nebin.

Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a Kampa Holê Cabir Seyd Mistefa jî got: “Îro karwanek derket ku ji 65 malbat pêk dihat û 264 kes li xwe digirt. Rêkarên me hene û em radestî komîn û encûmenê xwe dikin daku wan bişopînin û kar li ser bikin.”

Serepeyv