Dewleta Tirkiyê li dora Eyn Îsayê radar bi cih kirin
Artêşa Tirkiyê hemwextî êrişên li dijî navça Eyn Îsayê, li bircên baregehên xwe yên li ser axa Sûriyê, radar bi cih kirin.
Dewleta Tirkiyê a ku gelek deverên Sûriyê li bakura vî welatî dagirker kirine li du baregehên li nêzî rêya navneteweyî M4 ku 32 km di hundirê axa Sûriyê de ne, radar bi cih kirin.
Ji dîmenên ku nûçegihanê me kişandine, xuya dibe ku dewleta Tirkiyê radar li baregeha xwe ya li nêzî gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsayê li rex birca çavdêriyê bi cih kirine.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ev pergala ku hatiye bicihkirin ji bo parastina asîmanî ye û li dijî dronan e.
Artêşa Tirkiyê pergala radarên cuda di meha Gulana borî de li seranserê eniyên şer bi herêmên Cizîr û Firatê re bi cih kirin.
Tevgerên dewleta Tirk hemwextî topbarankirina Eyn Îsayê û gundên li nêzî riya navneteweyî û hewldanên derbasbûna herêmê ji 23`yê Mijdara 2020`an ve, pêk tên.