Artêşa Tirkiyê gundê Mişêrfê û rêya M4 topbaran dike
Artêşa Tirkiyê ku gelek dever li bakur û bakura rojavayê Sûriyê dagir kiriye û çeteyên wê duh êvarê heya derengiya şevê li eniya Eyn Îsa'yê, bi tang û topan êrîşî gundê Mişêrfê û rêya M4 kirin. Bi bersiv dayîna şervanên QSD'ê şer û pevçûnên dijwar rû dan.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê duh ji seetên êvarê heya derengiya şevê bi tang û topan êrîşî li eniya Eyn Îsayê û gundê Mişêrfê û rêya M4 kirin. Bi bersivdayîna hêzên QSD'ê şerek dijwar rû da. Şer heya derengiya şevê berdewam kir.
Di derbarê encamê şerde agahiyên berfireh nehatin bi destxistin.
Eva çend hefte ne ku Artêşa Tirkiyê û çeteyên pê re bajaroka Eyn Îsayê û gundên wê û riya stratejîk M4 ji bejahiyê bi tang û topan û ji esmîn bi balafir û Derone bombebaran dike û hewldide gundên Eyn Îsayê û riya Stratejîk bi dest bêxe, lê belê ji ber berxwedana hêzên herêmê heya niha nikariye bigihêje vê hedefa xwe.