Çile 13, 2021 09:57 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ji 3 baskan ve bombeyan li Eyn Îsayê dibarînin

Dewleta Tirkiyê tevî komên xwe yên çete, bi topan bombardûmaneke giran li Eyn Îsayê ya Sûriyê û rêya bejahî ya M4 dikin.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ku bajarên kurdên Sûriyê yên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kirine tevî komên xwe yên çete, bi topan bombardûmaneke giran li gundên Mişêrfe û Cenbelê yên Eyn Îsayê û rêya bejahî ya M4 dikin.

Li ser encamên êrişê agahî bi dest neketin.

Eva çendîn Hefteye ku artêşa Tirkiyê û komên çete bi bombebarên hewayî û avêtina top û hawanan ser Eyn Îsa û gundên wê hewl didin van deveran dagir bikin da ku riya stratejîk a M4 bêxin bin kontrola xwe, lê belê heya niha ji ber berxwedana hêzên kurd û xelkê herêmê nekarîne bigihêjin hedefa xwe.

 

Serepeyv