Li Kampa Holê ya Sûriyê 6 kes hatin kuştin
Li bakurê rojhilatê Sûriyê di dema 2 rojên borî de 6 kes li nav Kampa Holê ya Hesekê kuştî hatin dîtin.
Zanyariyên ku ji aliyê Asayişa Navxwe ya herêmî ve hatine ragihandin nîşanê bi wê yekê didin ku di dema 2 rojên borî de termên 6 nişteciyên li nav Kampa Holê hatin dîtin.
Duh Çarşemê 6ê Çileya 2021an ji beşê pêncem ê Kampa Holê, Hêzên Ewlehiya Navxwe hatin agahdarkirin ku ciwanekî Sûrî yê 26 salî ji bajarokê Hecîn, bi navê Mûsa Elî Seîd kuştî hate dîtin ku 2 gulle di serê wî de hatibûne teqandin.
Di heman rojê de li beşê duyem jineke penabera Iraqî, bi du gulleyan hatibû kuştin.
5ê vê mehê jî, li beşê penaberên Iraqî li nav kampê, termên 3 penaberên Iraqî hatibûne dîtin, ku ew jî bi gulleyan hatibûne kuştin.
Di heman rojê de jineke Sûrî ji bajarê Helebê hatibû kuştin.
Zêde ji 60 hezar nişteciyî li nav Kampa Holê hene, di nav wan de jî malbatên DAIŞiyan hene, ev Kempa di bin çavdêriya kurdên Sûriyê de ye, bi awayekî berdewam bûyerên kuştinê li wê kampê derdikevin.