Çile 06, 2021 08:29 Asia/Tehran
  • Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî heta 19’ê Çileyê dirêj kir

Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî heta 19’ê Çileyê dirêj kir û bang li welatiyan kir ku rêbazên xweparastinê pêk bînin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî biryarên Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya Meclisa Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmara 3’an da, li gorî biryarê qedexeya derketinê ya beşî li hemû herêmên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 5’ê Çileyê heta 19’ê Çileyê dewam dike.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin:

“Qedexeya derketinê ya beşî li hemû herêmên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 15 rojan dewam dike, biryar ji sêşemê (5 Çile 2021) ve dest pê dike û heta 19`ê Çileya 2021`an dewam dike.

Li gorî wê:

1- Hemû dikanên bazirganiyê û dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan heta saet 5:00`an vekirî dimînin. Lê ev yek ji bo sûkên mezin (bazar, sûka înê, sûka yekşemê…) ne derbasdar e.

2- Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê tên vekirin, rêbazên xweparastinê û tedbîrên tenduristiyê tên pêkanîn.

3- Tevgera basên ku dikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên ji herêmê derdikevin, nakevin ber qedexeyê.

4- Hemû cihên olî ji bilî nimêja înê û ayîna yekşemê, tên girtin û hemû tedbîrên xweparastinê tên pêkanîn.

5- Kombûnên mezin wekî şahî, konên sersaxiyê, civîn, kongre tên qedexekirin, heke çêbin jî dê hesab ji berpirsan bê xwestin.

6- Divê hemû welatî û xebatkarên saziyên ser bi Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastina kesayetî pêk bînin, her wiha divê pîvanên dûrbûna civakî li hemû cihan bên pêkanîn û wekî parçeyekî ji jiyana rojane ya welatiyan bê dîtin.

7- Li gorî pêwîstiyê û li gorî bendên li jor hatine bibîrxistin, hemû Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl dikarin biryarên girêdayî şewba koronayê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêr ragihandibû ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 14 kes bi vîrusa koronayê ketine.


 

 

Serepeyv