Çile 04, 2021 16:04 Asia/Tehran
  • El-Beyan: 'Êrîşên DAIŞê li çolistana Sûriyê zêde bûne'

Rojnameya El-Beyanê nivîsiye: 'Êrîşên DAIŞê li çolistana Sûriyê zêde bûne'

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Rojnameya El-Beyan der barê mijarê de nivîsî: “Êrişên terorîstên  DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêde bûne, di heman demê de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuştin û teqîn pêk hatin. Piştî hilweşîna rêxistinê li bajarokê Baxozê di Gulana sala 2018`an de, ev cara yekemîn e ku şaneyên wê ewqas çalak dibin. Ji ber êrişên DAIŞ`ê yên hefteya derbasbûyî bi dehan leşkerên artêşa Sûriyê û hêzên alîgirên wê hatin kuştin, her wiha hin leşker jî dîl hatin girtin, guman û tirs heye ku êrişên li dijî herêmên Sûriyê zêde bibin.

Berdevkê Koalîsyona Nevdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Wain Martoto li ser Twitterê got ku karên wan ê sereke di sala nû de, tunekirina DAIŞ`ê ye.”

Serepeyv