Êrîşa li ser çekdarên Tirkiyê li Sûriyê
Çile 04, 2021 09:45 Asia/Tehran
Kesên nenas erebeyeke leşkerî ya hilgira hêzên artêşa Tirkiyê li Sûriyê kir armanc.
Li gorî rapora Al Alamê, Ev êrîş li nêzkî bajaroka Keferyayê lin bakurê parêzgeha Idliba Sûriyê bi topên hawanê pêk hatiye.
Hîn ji asta ziyanên vê êrîşê tiştek nehatiye weşandin.
Di vî halî da, qala êrîşa topxaneya komên çekdarv ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê li ser gundê Meileqê û Kampa Eyn Îsayê li derdora parêzgeha Reqaya Sûriyê hatiye kirin.
Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê, beşek ji navçeyên bakurê Sûriyê dagir kiriye û komeke çekdarên Tirkiyê hema wisa li van navçeyan in.
Destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakur û bakurê rojhilata Sûriyê rastî şermezarkirina gel û dewleta vî welatî her wiha civata cîhanî bûye.