Elî Hesen: Tirkiyê piştevanê sereke yê şaneyên DAIŞ’ê ye
Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen piştrast kir ku dewleta Tirkiyê piştevanê sereke yê şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Li gorî nûçeya ANHA, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke çapemeniyê li dar xist, tê de xebatên xwe yên 2020’an eşkere kir.
Têkildarî civîna çapemeniyê, berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen axivî û got hin alî li pişt şaneyên veşartî yên ku hewl didin fîtneyê di navbera şêniyên herêmê de li dar bixin, hene.
Elî Hesen wiha domand: "Piştî bidawîbûna şerê klasîkî li herêmê, hin alî û dewletan dest bi şerê taybet di nava civakê de kir û çîna ciwanan kir armanc. Da ku civak ji hev bikin. Ew jî bi rêya belavkirina hişbirê ji aliyê torên bazirgan û ajanan de, pêk hat. Lê bi saya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemleya "Jiyan berpirsiyartî ye" 933 bazirgan, kesên hişbirê dibin hatin girtin , radestî dozgeriya giştî hatin kirin, da ku li gorî qanûnê werin cezakirin."
Têkildarî sîuqastên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên û aliyên piştevanê wê dikin, Hesen wiha pê de çû: "Şaneyên hatin girtin, bi taybet ên li Dêrazorê û yên ku hewl didin şêx, rûspiyên eşîran, sivîl, zarok û jinan armanc bikin, yekser piştevaniya xwe ji dewleta Tirkiyê ku gelek dever li Sûriyê dagir kirine de werdigirin. Da ku fîtneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de biçînin û DAIŞ’ê li herêmê vejînin."
Li dawiyê, Elî Hesen bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz da ku dê li hember tevahî kiryarên terorîst û sekna li hember şaneyên veşartî, bibin mertal û parêzvan.