Kanûn 28, 2020 15:41 Asia/Tehran
  • “HSD razî bûye kontrola Eyn Îsayê bispêre hikûmeta Sûriyê”

Tê gotin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bûye kontrola bajarokê Eyn Îsa yê kurdên Sûriyê teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê bike.

Ajansa Sputnik ya Rûsî, ji zarê berpirsekî hikûmeta Sûriyê bi navê Umer Rehmûn ragihandiye, duhî di navbera berpirsên HDD û hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê de civînek li ser rewşa Eyn Îsa hatiye kirin. Di civînê de HSD razî bûye ji Eyn Îsa derkeve û wê deverê teslîmî hêzên rêjîma Sûriyê bike.

Wî jêderî daye zanîn, HSD dê di nav çend saetên bê de ji Eyn Îsa derkeve.

Heta niha HSDê li ser vê mijarê tiştek negotiye.

Ev demek dirêj e Eyn Îsa di bin êrişa giran ya hêzên Tirkiyê de ye. Çend caran Rûsya daxwaz ji HSDê kiribû, Eyn Îsa teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyê bike.

Serepeyv