Kanûn 22, 2020 17:16 Asia/Tehran
  • Li gundekî Eyn Îsa fermandarên Rûsya û Tirkiyê civiyan

Li li Sayloya gundê Şerigrak ê Eyn Îsayê ya ku ketiye ber êrişa Tirkiyê çeteyên wê efserên Rûsî û Tirkî civiyane lê li hev nekirine. 

Li gor Rûdawê, Fermandarên Rûs duh piştî nîvro bi 10 otombêlên leşkerî derbasî navçeyên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de bûne û li sayloya Şerigrak civiyane.

Li gor zanyariyên Rûdawê, piştî civîna navbera herdu aliyan, navenda bajarokê Eyn Îsa û gundên derdorê careke din ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Rûdawê ji zarê nûçegihana xwe ragihand, ji topbarana doh şev a bajarokê Eyn Îsa û gundên derdorê wiha dixuye ku aliyên Rûs û Tirk derbarê rewşa bajarok û herwiha çarenivîsa HSDê li navçeyê li hev nekirin 

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihandiye ku ji 18 mehê ve ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve dest bi êrîşa xwe bo ser bajarokê Eyn Îsa kirin û heta niha 12 çekdarên wan grûpan hatine kuştin û otombîleke leşkerî ya çekdaran jî hatiye jinavbirin.HSDê herwiha îro jî ragihand ku herî dawiyê 7 çeteyên din jî hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18 vê mehê ve dest bi êrîşeke berfireh bo ser herdû gundê Cehbel û Muşêrfê kirin û di encamê de hejmareke xelkê wan gundan koçber bûn.

Serepeyv