YPG’ê bersiva alîkarê wezîrê Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê da
Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn gotibû ku YPG’ê êrişî pêşmergeyan kiriye. YPG’ê di bersiva wî de ew derewîn da zanîn.
Li gorî nûçeya ANF’ê, çavkaniyên Yekîtiyên Parastina Gel (YPG), îdîayên Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn derewand ku Lezgînê PDK’î digot, “YPG’ê êrişî pêşmergeyan kiriye.”
Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Serbest Lezgîn, gotibû ku hêzên YPG’ê li ser sînorê rojhilatê Sûriyê êriş biriye ser çeperên pêşmergeyan. Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku îdîayên Lezgîn ê PDK’î dûrî rastiyê ye.
Ji aliyê din ve hatiye ragihand ku PDK ber bi sînorê Sûriyê yê deverên di bin kontrola kurdên vî welatî ve sewqiyateke giran a leşkerî dike. Gelek çekên giran li ser sînor hatine bicihkirin.
Piştî ku Nêçirvan Barzanî di 4’ê Îlonê de çû Enqerê, PDK li seranserê sînorê Sûriyê yê deverên di bin kontrola kurdên vî welatî dest bi çêkirina qereqolan û nuqteyên çavdêriyê kir û ji hingî ve hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih dike.