Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD): Li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
Kanûn 11, 2020 18:25 Asia/Tehran
QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke hêzên ewlekariyê 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“10`ê Kanûnê, hêzên ewlekariyê li bajarokên Teyane û El-Şihêl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.
Di operasyonê de çeteyên bi navên Ziyad Subhî Al-Emîn (Ebû El-Qeqa El-Qureyşî), Mihemed Muhsin El-Sultam (El-Atraş) û Faris Mûsa El-Salbî hatin girtin.”