Kanûn 10, 2020 11:13 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bin bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand; 66 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya bakur û rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, her wiha da zanîn; 66 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û di nav 24 saetan de 5 pêketî jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li bakur û rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin, gihişt 7322 kesan. Ji wan, 1063 kes baş bûne û 224 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv