Komeke nû ya terorîst a ser bi Tirkiyê li Sûriyê hat damezirandin
Mijdar 29, 2020 18:31 Asia/Tehran
Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala damezirandina komeke nû ya terorîst a ser bi Tirkiyê bi navê "Hereket Ehrar Sûriyê" li bakurê rojavayê vî welatî kir.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Koma bi navê Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ya ser bi dijberan ragihand ku vê koma terorîst a nû roja Îniyê li navçeya Efrînê li parêzgeha Helebê ya bakurê rojavayê Sûriyê çêbûna xwe ragihandiye.
Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye ku ev koma terorîst ser bi servîsên istixbaratî yên Tirkiyê ye ku endamên wê çekdarên kurd, ereb û tirkmen in û kesek bi navê Dîdan Hesen El-Kelî jî serokê wê ye.