Mijdar 14, 2020 15:11 Asia/Tehran
  • Li Efrînê 4 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Li Efrîna ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatî dagirkirin, 4 welatiyên sivîl hatin revandin.

Gorî nûçeya ajansên kurd ên Sûriyê çeteyên bi navê “polîsên leşkerî ” tevî koma çete ya bi navê “El-Nixbê” ya girêdayî dewleta Tirkiyê 4 sivîlên Kurd ji gundê Emara ya girêdayî navçeya Mabata revandin.

Navê welatiyên hatin revandin wiha ne: Elî Elî Mistefa (30 salî), Henan Elî Mistefa (32 salî), Mistefa Henîf Roto (29 Salî) û Henîf Ibrahîm Roto (57 salî ye û ew bavê Mistefa Roto ye).

Li gorî nûçeyê, çeteyên bi navê “polîsên leşkerî ” welatiyên revandî anîn navenda polîsên leşkerî li bajarê Efrînê ku berê wekî dibistana beşê bazirganî bû.

 

Serepeyv