Amerîkayê vê carê ceza li Wezareta Petrolê ya Sûriyê û hêzên Difa El-Wetenî birîn
Wezareta Xîzînedarî û Darayî ya Amerîkayê, duh, li dijî Wezareta Petrolê ya Sûriyê, şîrket, rêxistinên petrol û hêzên Difa El-Wetenî ceza birîn.
Li gorî Fars Newsê, Wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihand ku li dijî Wezareta Petrolê ya Sûriyê û hêzên Difa El-Wetenî (Berevaniya Nîştimanî) ceza birîne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Xîzînedarî û Darayî ya Amerîkayê, lîsteya cezayan li dijî şîrket û rêxistinên curbicur ên sûrî û parzûnkirina petrolê û hêzên Berevaniya Nîştimanî û avakirina leşkerî, çêkirina derman û şirketên belavkirina berhemên neftê û çavkaniyên madenî ye.
Vê wezareta Amerîkayê herwiha 8 kesayetî ku 6 ji wan sûrî û û 2 jî lubnanî ne xistine nav lîsteya boykotan.
Amerîkayê ji sala 2011 piştî êrişa berfire a Terorîstan ser Sûriyê di çarçova piştgiriya ji van terorîstan de li dijî Sûriyê ciza û boykotên giran dane sepandin, da ku bi hevkariya hevpeymanên xwe yên navçê rewşa vê deverê ser xêr û kara Rejîma Siyonîst û hin welatên faşîst ên navçê biguherîne.