Cotmeh 25, 2020 10:49 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilata Sûriyê 173 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilata Sûriyê ragihand, 173 kesên din bi Koronayê ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê li rojhilat û bakurê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistafa, ragihand, di nav 24 saetên borî de 173 kes bi Koronayê ketine û 3 kes jî bi Koronayê mirine.

Dr. Ciwan Mistafa herwiha diyar kir, pêketiyên nû,  90 kes jê mêr in û 83 jî jin in, û bi giştî pêktî 23 jê li Hesekê, 36 li Qamişlo, 39 li Dêrîkê, 12 li Girkê Legê, 7 li Amûdê, 8 li Dirbêsiyê, 3 li Çilaxayê, 5 li Kobanê, 36 li Tabqayê, 2 li Dêrezorê, 1 li Reqeyê û 1 jî li Şehbayê ye.

Dr. Mistefa amaje bi wê yekê jî kir ku, 7 pêketî jî baş bûne.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, heta niha li bakur û rojhilata Sûriyê, li navçeyên di bin desthilata kurdan de, 3 hezar û 798 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 112 kesan canê xwe jidest dane û 672 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Serepeyv