HSD: Li Eyn Îsayê di şer derket, 10 dagirker hatin kuştin
HSD'ê ragihand, ji ber êrişa dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsayê şer qewimî û di encamê de 10 dagirker hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSD'ê di daxuyaniyekê de ragihand: "Dewleta Tirkiyê rojên dawî êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û êriş bir ser herêmên ku sivîl jî lê ne û ji ber van êrişan xisareke madî rû da. Armanc ji van êrişan ew e ku gelê herêmê bên koçberkirin. Di 3 rojên dawî de li xeta Eyn Îsayê êriş li gelek gund û rêya bejahî ya M4 hate kirin. Di heman demê de balafirên şer û keşfê jî li ser herêma Eyn Îsayê geriyan.
Di berbanga 21'ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirkiyê hewl da ku bi dizî derbasî nava navçeya Eyn Îsayê bibe. Li ser vê yekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Eyn Îsayê bersiv dan wan û li derdorê gundê Seyda şer qewimî. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn."