Şandeyekî Amerîkayê serdana Şamê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320554-Şandeyekî_amerîkayê_serdana_Şamê_kir
Serdana şandeyekî Amerîkayê bo Şam a paytexta Sûriyê û rêkeftinek li gel serokomarê Sûriyê aşkera bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2020 11:03 Asia/Tehran
  • Şandeyekî Amerîkayê serdana Şamê kir

Serdana şandeyekî Amerîkayê bo Şam a paytexta Sûriyê û rêkeftinek li gel serokomarê Sûriyê aşkera bû.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê aşkera kir, şandeya Amerîkî bi serokatiya şewirmendê serokê Amerîkayê û berpirsê tekoşîna hember terorê li encûmena asayîşa netewî li Qesra Spî Kash Patel serokatiya şandeyê kiriye.

Heman rojnameyê aşkera kiriye, ew berpirsê payebilindê Amerîkî hewl daye rêkeftinek veşartî li gel serokomarê Sûriyê Beşar Esad îmza bike ku du rehîneyên Amerîkî anku du kesên wek dîl hatine girtin bên azad kirin, ku ji aliyê çekdarên ser bi hikûmetê ve hatibûn girtin.

Ew du kesên Amerîkî yek ji wan rojnamevan Austin Tice ku sala 2012ê ve li navçeyên bin desthilata hikûmeta Sûriyê de winda bûye û yê din jî pizişk e ku eslê xwe Sûrî yê hemwelatiyê Amerîkayê ye. Pizişk Macid Kamalmaz e û ew ji sala 2017ê ve li navçeyên bin desthilata hikûmeta Sûriyê de winda bûye.