Li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 115 kesên din bi koronayê ketin û 2 jî mirin
Cotmeh 15, 2020 20:23 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji nav nexweşiyên koronayê 2 kes mirin û 14 kes jî baş bûn.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên mirine mêr in ji Girkê Legê ne.
Ciwan Mistefa da zanîn ku 115 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 62 mêr in û 53 jin in.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku 14 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Bi van zanyariyan hejmara pêketiyên koronayê gihêşt 2 hezar û 632 kesan, ji wan 88 kesan jiyana xwe ji dest daye û 609 kes jî baş bûne.