Hejmar kuştî û birîndar teqîna Babê gihêşte 95 kesan
Çirî 07, 2020 13:58 Asia/Tehran
Hejmara kuştî û birîndarên teqîna bajarê Babê yê Sûriyê 90 kes derbas kir.
Duhî li nav bajarê Babê yê Sûriyê, ku Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine, otomobîleka bombekirî teqiya.
Destpêk hat gotin ku di wê teqînê de 15 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Lê belê paşê diyar bû li gorî agahiyên dawî, hejmara kuştiyan gihîştiye 22 kesan û 75 kes jî birîndar bûne.