Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319950-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_51_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşan bû yek hezar û 497 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2020 10:19 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşan bû yek hezar û 497 kesan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 51 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine.

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn 15 kes baş bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaşt hezar û 497 kesan, ji wan 62 kes jiyana xwe ji dest dan û 417 kes jî baş bûn.