Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên payîz û zivistanê dest pê kir
Cotkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çandina sebzeyên payîz û zivistanê kir, da ku pêdiviyên sûkên herêmê peyda bikin û rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî mewsimê, sebzeyên bihar, havîn û payîzê diçînin, da ku hilberînên xwe daxin nav sûkên herêmê. Ev yek rolekê di kêmkirina lêçûna anîna sebzeyan ji derve de dilîze û cureyên cuda yên sebzeyan ji welatiyan bi buhayên guncaw peyda dike.
Di meha Îlonê de cotkar dest bi çandina sebzeyên payîz û zivistanê dikin. Navçeya Tirbespiyê ya Herêma Qamişloyê bi çandina sebzeyan tê naskirin. Ev çandinî di salên derbasbûyî de, ji ber teşwîqkirina Rêveberiya Xweser a cotkaran, bi awayekî balkêş bi pêş ket.
Li gorî cotkaran zêdetirî 5 hezar donim li navçeya Tirbespiyê bi sebzeyan hatin çandin.
Abdulezîz Hec Bedran cotkarekî ji bajarokê Hilwe yê naveçya Tirbespiyê ye û destnîşan dike ku wan dest bi çandina sebzeyên payîzê mîna silk, çelemê şekir, spenaq, tivır, gizêr, xes û kelemî kiriye da ku hilberînê daxin nav sûkan.
Hec Bedran diyar kir ku ji ber bihabûna semad û dermanan, ew zehmetiyan dikişînin û nikarin rûberên çandiniyê fireh bikin.
Hec Bedran bang li saziyên têkildarî çandiniyê kir ku alîkariya wan bikin û pêdiviyên pêwîst ji bo çandiniyê bi buhayên guncaw peyda bikin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Desteya Aborî û Çandiniyê piştrast kiribû ku ew li gorî rêzgeha berhema herêmî û xwetêrkirina peydakirina pêdiviyan de piştgiriya projeyên çandiniyê dike.