Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 04, 2020 21:25 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî baş bûne.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn de 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 12 kes jî baş bûne. Kesên pê ketine ji van herêman in: Hesekê: 3, Tibespiyê: 4, Dirbêsiyê: 1, Girkê Legê: 1, Dêrikê: 3, Kobanê: 1 û Dêrazorê: 2
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got 12 kesên bi vîrusê ketibûn di 24 saetên dawîn de jî, baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya vîrusa koronayê gihaşt 624’an, jê 40 kes mirine û 158 baş bûne.