Ebdî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin
Tebax 21, 2020 23:08 Asia/Tehran
Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivisî: "Destpêka vê hefteyê, dagirkeriya Tirkiyê rêvebera Desteya Parastinê dema ku erka xwe ya rojane li bajarê Eyn Îsayê bi cih dianî kir hedef. Di encamê ajokarê wê şehîd bû û alîkarekî wê birîndar bû. Ev yek peymanên 17 û 23'yê Cotmehê binpê dike.
Em bang li aliyên garantorên Stenbol û Soşî dikin ku erkên xwe bi cih bînin, mekanîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê û parastina niştecihên herêmê û karmendên rêveberiyê ji hedefên bizanebûn û bomdar bibînin."