Li Sûriyê teqîn: Generalekî Rûsî hat kuştin
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di teqîna li herêma Dêrazorê de generalekî ji artêşa wî welatî canê xwe ji dest da. Mayînek bi karwanê Rûsî de teqiya dema ku ji karekî xêrxwazî vedigeriyan.
Wezareta Berevaniya Rûsyayî di daxuyaniyekê de ragihand ku karwanekî leşkerî ya Rûsî, piştî ku alîkariyên mirovî bo kesên sivîl birine komelgeheke nêzîkî Dêrezorê, dema vedigere li ser bombeyek bi wê karwanê Rûsî ve diteqe.
Li gor daxuyaniyê di encama teqînê de generalekî Rûsî canê xwe ji dest daye û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan Efserê Rûsî şêwirmendekî Rûsî ye bi pileya Lîwa ye.
Teqîn 15 km dûrî bajarê Dêrezorê çêbû.
Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump, roja 14ê cotmeha 2019an, ragihandibû ku welatê wî dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Roja 22yê cotmehê, Serokê Rûsya Viladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rêkeftineke Îmze kirin ku li gor wê, Tirkiyê û Rûsya dewriyeyên hevbeş bi kûrahiya 10 kîlomretreyan bi hev re encam bidin. Herwiha Rûsya hejmarek binkeyên serbazî li rojavayê Kurdistanê dirûstkirin.
Piştî cîbicîkirina rêkeftina Soçî, di navbera Rûsya û Tirkiyê de, hejmara leşkerên Rûsya li navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê zêde bûne.