Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Kovîd-19 ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318685-heta_niha_li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_182_kes_bi_kovîd_19_ketine
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û û heta niha 182 kes bi vîrûsê ketine û 10 kes mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2020 07:31 Asia/Tehran
  •  Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Kovîd-19 ketine

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û û heta niha 182 kes bi vîrûsê ketine û 10 kes mirine.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand 11 kesên din bi koronayê ketine û du kesên din bi Koronavîrusê mirine.

Hevserokê  Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û li gorî bajaran daneyên îro wiha ye: Li Cezîrê 6, Li Kobanê 3, Li Şehbayê 2 kes. Mistefa da zanîn ku kesên korona bi wan re heye, 8 mêr û 3 jin in. Mistefa bi bîr xist ku 7 kesên din baş bûne û bi vê yekê hejmara kesên baş bûne gihaşt 17`an Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 182 kes bi koronayê ketine û 10 jî mirine.